PeyamaKurd – Li bajarê Hewlêrê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê û zêdebûna hejmara pêketiyan, agirê Newrozê dê bi awayekî cuda bê vêxistin.
Li gor Qaymeqamê Navçeya Navendê ya Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd diyar kiriye; agirê Newrozê weke hatiye diyarkirin tenê li ser Kelha Hewlêrê dê were vêxistin û hejmara amadebûyan jî dê gelek diyarkirî bibe û dezgehên ragihandinê jî bi peyrewkirina rêkarên xweparêziya Koronayê, dê amade bibin.
Nebez Ebdulhemîd da zanîn; ji ber Koronayê Newroza duyem e ku nikarin festîvala salane li Hewlêrê encam bidin, ku di 11ê Adarê de dest pê dikir û 2yê Nîsanê bi dawî dihat.
Herwiha ji welatiyan daxwaz kir ku xwe biparêzin û ji kombûn û qerebalixiya mezin dûr bin, da ku her kes bi silamet bin.
Nebez Ebdulhemîd bal kişande ser ragihandina 7 xalî ya Jûra Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê ku duh êvarê ji bo rênimayên pîrozkirina Newrozê hat belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin