PeyamaKurd – Li gundên sînorê parêzgeha Duhokê, ji ber şerê PKKê û Tirkiyê, rewşa welatiyên Mesîhî xerab e û ji 100 malbatên Mesîhî bêhtir, ji ber şer koçber bûn.
Li gor Serokê Fraksiyona Kildan, Suryanî – Aşurî li civata parêzgeha Duhokê Faris Îwxena diyar kiriye: ‘’Piştî vê dawiyê şer û aloziyên dijwar di navbera PKKê û Tirkiyê de li gundên sînorê parêzgeha Duhokê çêbûn, bi taybetî jî gundên Mesîhiyan her ji Zaxo heta Kanî Masî, çend gundên Mesîhiyan hatine vala kirin. Bêhtir ji 100 malbatên Mesîhî malên xwe bi bicîh hiştine û koçber bûne hemû jî ber bi bajêr ve hatine û nekarîne li ser gundên xwe bimînin.’’
Faris Îwxena herwiha daye zanîn: ‘‘Welatiyên Mesîhî, malên xwe li gundê Şeranişê vala kirin, hemû tiştên xwe bicîh hiştin. Piştî hin ji wan vegerina serdanan xaniyên xwe kirin dîtin derî û pencereyên malên wan hatine şikandin û dizîn.’’
Faris Îwxena eşkere kiriye: ‘‘Li gundên Deşta Texê û Şeraniş û Kêste û Çêlka û Mûseka jî topbaran hatiye kirin, gelek ziyan gihîştiye xelkê me li gundan. Ev bûye eger xelkê me nikare li gundên xwe bimîne. Bêhtir ji 100 malbatên Mesîhiyan ji ber şer koçber bûne û bêhtir jî qesda Zaxo û Duhokê kirine.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin