Medya Amerîkî: Hamza bîn Ladîn hatiye kustin

Medya Amerîkî: Hamza bîn Ladîn hatiye kustin

PeyamaKurd - Medya Amerîkî radigihîne ku kurê Usame bîn Ladîn, Hamza bîn Ladîn hatiye kuştin. Kuştina bîn Ladîn ji alîyê Qesira Sipî ve hîn nehatiye piştrast kirin.

Kanala NBC û rojnameya New York Times (NYT)didin zanîn ku wan ji jêderên cihê piştrast kiriye Hamza bîn Ladîn hatiye kuştin.

Rojnameya NYTê dîyar kir ku Hamza bîn Ladîn di nav du salên dawî de hatiye kuştin, lê piştrastkirina wê kuştinê dirêj ajotiye.

Amerîka, di meha Sibatê de dabû zanîn ku ew ji ê bo kesên îstixbarata ser Hamza bîn Ladin bidin, mîlyonek dolar xelat bidin. Hamza bîn Ladîn di lîsteya ‘’terorîstên cîhanî’’ de bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bavê wî Serokê rêxistina terorê  El Qaydê Usame bîn Ladîn di sala 2011an de hatibû kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin