PeyamaKurd - Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed dema li ser kursî ji endamên nû yên meclîsa nûneren re gotarek pêşkeş dikir, tenduristiya wî têk çû û zimanê wî lal bû.
Beşar Esad roja 12ê Tebaxê dema gotara xwe pêşkeş dikir rawestiya û got, pêwîste hinek av vexwim û piştre jî bi zimaneke nîv lalbûyî daxwaza moletê kir û bêhnvedaneke kurt kir.
Piştî hinekî bêhna xwe da, Beşar Esed vegeriya ser kursî da ku gotara xwe temam bike.
Esed got: “Bijîşk bixwe nexweşên herî xirabin” wekî balê bikişîne ser ku ew bixwe jî bijîşk e û rastî vê rewşê hatiye.
Esed ragihand, ji roja berî nîvro şûnde xwarin nexwariye, ji ber wê jî fişara xwîna wî daketiye û di dema bêhnvedanê de hinek xwê û şekir xwariye û rewşa tenduristiya wî asayî bûye.
Beşar Esed bixwe bijîşkê çavan e û sala 1965ê de ji dayîk bûye. Piştî mirina bavê wî Hafiz Esed ji sala 2000an ve serokê rejîma Sûriyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin