PeyamaKurd - Artêşa Somaliyê ragihand ku hêzên El Denib yên Taybet ên Somaliyê êrîşek birine ser çekdarên rêxistina El Şebab a bi ser El Qaîdê ve û 8 çekdar hatine kuştin.
Li gorî ragihandina artêşa Somalî hêzên El-Denib yên Taybet êrîşî navenda çekderên Hereket El-Şebab ya li gundê Sehin Yerî a navçeya Liço kirin û di encamê de ji wan 2 fermandar, 8 çekdar hatin kuştin.
Hat eşkerekirin ku navê herdu fermandarên ku hatine kuştin; Ebdulezîz Ewî û Ebû Xetabê in.
Roja duşemê jî artêşa Somalî êrîşî baregeheke leşkerî ya hereket El-Şebab li parêzgeha Liço kiribû û hatibû ragihandin ku 7 çekdar hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin