PeyamaKurd - Li gor Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bo xebatên li dijî vîrusa Korona, Hikûmeta Iraqê biryar daye du milyar dînarê Iraqê bişîne Herêma Kurdistanê.
Îro Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji çapemeniyê re ragihand: ‘’Hikûmeta Iraqê biryar daye du milyar dînarên Iraqê bo xebatên li dijî vîrusa Koronayê bişîne Herêma Kurdistanê.’’
Herwiha diyar kir, ‘’Milyarek ji wî pareyî gihiştiye Herêma Kurdistanê, biryar e di demek nêzîk de milyarek dînarê din jî bişînin.’’
Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ‘’Berê Hikûmeta Iraqê 3 milyar û nîv dînarê Iraqê bo xebatên li dijî vîrusa Korona şandibû ji Herêma Kurdistanê re.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin