PeyamaKurd – Dezgeha pîvandina krediyan a navnetewî Moody’s pûanê kredîyê ya 8 kompaniyên Tirkiyê daxist bin negatîfê.
Li gorî daxuyaniya Moody’sê kompaniyên mezin ên Tirkiyê ku pûanê wan ê krediyê hatiye daxistin; Anadolu Efes, Coca Cola İçecek, Erdemir, Koç Holding, OYAK, Turkcell, TÜPRAŞ û Şişe Cam in.
Moody’s pûanê wan kompaniyan ji B1 daxist B2yê wate ‘negatîf’ e û ji bo dayîna krediyên navnetewî ne guncaw in.
Hêjayî gotinê ye, ev demek e Tirkiye ber bi krîzeke kûr a aborî ve diçe ku di rojên dawî de nirxên dolan li hember lîreyê tirkî bilind dibe û dolarak bûye 7,5 lîre zêdetir û euro jî gihîştiye 9 lîreyên tirkî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin