Pistî Brezîlyayê, Bolîvya jî tevlihev bû

Pistî Brezîlyayê, Bolîvya jî tevlihev bû

PeyamaKurd- Alîgirên Serokê Bolîvyayê Luis Arce yê ku li paytexta Bolîvyayê La Pazê kom bûn, binçavkirina parêzgarê Eyaleta Santa Cruzê û rêberê opozîsyona sereke Luis Fernando Camacho, protesto kirin. 

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, binçavkirina Camacho di sala 2019an de ji ber rista wî ya di qeyrana siyasî de ku di encamê de îstifakirina bi zorê ya Serok Evo Morales bû, di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derket.

Hat diyarkirin ku di xwepêşandanan de di navbera alîgirên Luis Arce û kesên xwedî nêrînên dijber de jî pevçûn derket.

Beriya niha, Evo Morales ku di hilbijartinên 20ê Cotmeha 2019an de li Bolîvyayê di gera yekem de bi ser ketibû, di 10ê Mijdara 2019an de piştî protestoyên opozîsyonê yên ku veguherî kiryarên tundiyê, serhildana polîsan û banga artêşê, îstifa kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin