PeyamaKurd – Wezareta Navxweyî ya Brîtanyayê li ser daxwaza radestkirinê ya Amerîkayê bo damezrînerê Wikileaksê Julian Assange, belgeya radestkirinê îmze kir.
Xwedî û damezrînerê Wikileaksê Julian Assange 11ê Nîsanê ji aliyê polîsên brîtanî ve ji Balyozxaneya Ekvador a Londonê hatibû derxistin û piştre jî ji aliyê dadgeha brîtanî ve hatibû girtin.
Wezareta Dadê ya Amerîka Assange bi 17 sûcan tawanbar kiribû ku di nav van sûcan de weşandina nav û belgeyên nepen jî hene.
Amerîkayê bi fermî daxwaza radestkirinê ji Brîtanyayê kiribû ku piştî pesendkirina biryarê tê çaverêkirin were radestkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin