PeyamaKurd - Medyaya fermî ya YNKê bi nûçeyeke lezgîn ragihand ku, ew encamên hilbijartinan red dikin.
Li gor nûçeyeke malpera YNKê Berdevkê fermî yê YNKê Seidî Pîre ragihand ku, ew encamên helbijartinan red dikin û qebûl nakin.
Lê piştî vê daxuyaniyê serê lîsteya YNKê Qubad Talebanî diyar kir ku divê herkes bi berpirsiyarî tevbigere û wan encam red nekiriye.
Li ser vê Sadî Pîre careke din axivî û diyar kir ku daxuyaniya wî şaş hatiye fêmkirin ew li hemû ciyan û seranserê Kurdistanê encaman red nakin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin