Çekdarên girêdayî Tirkiyê 3 welatiyên din ji navçeyên Efrînê revandin

Çekdarên girêdayî Tirkiyê 3 welatiyên din ji navçeyên Efrînê revandin

PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkiyê, 3 welatî ji navçeyên Efrînê, Mabata û Raco revandin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand, çekdaran welatiyê bi navê Mihemed Ismaîl Henan yê ji gundê Raca ê navçeya Mabata revandin û ji bo berdana Mihemed, 10 hezar dolar ji malbata wî xwestin.

Herwiha li gundê Qere Baba yê navçeya Raco jî çekdaran welatiyê bi navê Ziyad Izet Bekir û kesê bi navê Selam Elî Muxtar jî revandin.

Li gor zanyariyan, aqûbeta kesên hatine revandin heta niha ne diyar e .

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin