Cemîl Taskesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' hat berdan

Cemîl Taskesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' hat berdan

PeyamaKurd -  Welatiyê Kurd Cemîl Taşkesen ku li navçeya Misircê ya Sêrtê dikandariyê dike û doh 28ê Cotmehê di serdana Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener de, jê re gotibû, 'ev der Kurdistan e, nasname, ziman û navê welatê me tê înkarkirin'.

Welatiyê Kurd îro beyaniyê bi hinceta lêpirsîneke 'propagandaya terorê' ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û desteserkirina wî di raya giştî ya Kurd de karvedaneke mezin çêkir.

Cemîl Taşkesen îro êvarê piştî ku derket pêşberî dadgehê hat berdan. Piştî ku ji dadgehê derket parêzer, parlementerên HDPê û kesên piştevaniya wî kirine xwestin daxuyaniyeke çapemeniyê bidin, lê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin