PeyamaKurd – Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdullah Gedo di derbarê derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam nav herêma Efrînê axivî û diyar kir, Tehrîr El-Şam ziyaneke mezin gihand deverê.
Li gor Ebdullah Gedo li ser derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam nav herêma Efrînê û deverên din, herwiha li ser têkiliyên Enqere û Şamê axivî û da zanîn: “Ev cara duyem e ku Heyet Tehrîr El-Şam a terorîst derbasî Efrîn û deverên din dibe, ji wan deverên ku ser bi hikûmeta demkî ve ne, vê carê hinek dirêjtir kir û zirar gihandiye herêmê.”
Herwiha Nûnerê ENKSê yê li Opozîsyona Sûriyê Ebdullah Gedo eşkere kir, gava ku di navbera komên çekdar ên ser bi Îtîlafê de alozî û şer derket, Desteya Tehrîr El-Şam jî ew yek weke derfet bi kar anî û derbasî nav Efrînê bû, lê şerekî mezin li dijî wê rû da û xwepêşandan li dijî wan hatin kirin.
Di berdewamiyê de destnîşan kir, Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê îro daxuyaniyek belav kir ku ew li dijî wî şerî ye ku Heyet Tehrîr El-Şam li herêmê dike.
Ebdullah Gedo d derbarê asayîkirina têkiliyên Enqere û Şamê de diyar kir: “Têkiliyên Enqerê bi Şamê re, têkiliyên Urdinê bi Şamê re û têkiliyên Iraqê bi Şamê re, tu pirsgirêka gelê Sûriyê çareser nake û ji bilî Neteweyên Yekbûyî û ji bilî proseya navdewletî ku dixwaze dawî li qeyrana Sûriyê bîne, ti kes nikare çareser bike.”
Herî dawî eşkere kir: “Dibe ku danûstandinên Tirkiyê bi Şamê re bibe, lê di çarçoveya berjewendiyên wan ên ewlehiyê de ye, belkî carinan siyasî be, belkî girêdayî hilbijartinên Tirkiyê be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin