Cezayê îdamê yê Melayê Kurd hate betalkirin

Cezayê îdamê yê Melayê Kurd hate betalkirin

PeyamaKurd – Piştî nerazîbûnên xurt ên civakê û rêxistinên mafên mirovan, hate ragihandin ku Dadgeha Îranê cezayê îdamê yê li ser melayê Kurd Mihemed Xizirnijad sepandibû, betal kir.

Dadgeha Îranê bi hinceta ku piştevaniya çalakiyên ‘Jin Jiyan Azadî’ kiriye, hefteya borî tevî 16 sal cezayê girtîgehê biryara darvekirinê li ser mamostayê olî Mihemed Xizirnijad, sepandibû.

Hate ragihandin ku piştî nerazîbûn û berteknîşandana xelkê Rojhilatê Kurdistanê dadgehê sizayê darvekirinê hilweşand û veguherand sizaye girtîgeha heta hetayî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin