PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, ew li bendê ne Serokê Herêma Kurdistanê yasaya çaksaziyan îmze bike û ew jî dest bi bicîhanîna wê bikin.
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê, Cotyar Adil got, yasaya çaksaziyan niha li ber destê Serokê Herêma Kurdistanê ye û em li bendê ne îmze bike.
Cotyar Adil her wiha got, her gava ev yasa hat îmzekirin, em ê di nav 3 mehan de dest bi bicîhanîna wê qanûnê bikin.
Yasaya Çaksaziyan, ku ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hatibû amadekirin, roja 16 Çileya îsal ji aliyê parlementoya Kurdistanê ve hat pesendkirin, paşê radestî Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatibû kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin