PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê cotyarên hilberîna firingî (bacanê sor) û îsotan dikin, bi sedema bihayê berheman kême û berhemên wan di destê wan de mane, kasên firinyan û îsaton li traktoran barkirin û birin rêtin nava rê. Traktor bûn rêz û konwoyê çêkirin û rêya Kahramanmaraş-Gaziantep ( Dîlok) girtin. Li ser mijarê serokê şaxa CHPê yê Maraşê Ünal Ateş ji bo çapemeniyê weha got:
“Ji ber aboriya xerab, gelek cotyarên me ketine halekî wisa ku nikarin çandiniya xwe bikin. Cotyar li bajarokê Pınarliyê civiyan û bangî rayedaran kirin û daxwazên xwe gotin. Cotyar dibêjin sala borî kiloya genimê xwe bi 9 lîreyî firotin lê îsal bi 8 lîreyî firotine. Gelo bihayê tiştên ku dikirin erzan bûye? Cotyar dibêjin ku çandiniya gulê berbiroj kirine lê berhem di destê wan de maye û nikarin bifroşin. Lazût (misir) çandine lê nizanin wê di destê wan de bimîne an na!
Bihayê herî zêde nayê gotin. Cotyar, nema dixwazin herin nav zeviyên xwe. Hindik maye traktor û erdên xwe bifroşin. Civak, bê hilberîn nabe. Divê em destekê bidin hilberîneran. Divê bihayê berhemên wan çi be, bidin wan, Eger nebe, sala bê wê li Maraşê gelek cotyar nikaribin çandiniya erdê xwe bikin û dê hilberînê nekin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin