PeyamaKurd - Artêşa Sûriyê îro Yekşemê ragihand ku ew dê êrîşên xwe yên li dijî komên çekdar li Idlibê berdewam bikin û wan di demên dawî de, hêremeke bêhtirî 600 kîlometre çarçogeyan kontrol kiriye.
Li gorî nûçeya ajansa SANA ya fermî ya dewleta Sûriyê, Berdevkê Artêşa Sûriyê general Elî Meyhûb bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dê operasyonên xwe li dijî komên çekdar berdewam bikin.
Meyhûb da xuyakirin, hêzên hikûmetê pêşketinên stratejîk di van rojên dawî de bi dest xistine û artêşa Sûriyê herêmeke cografî ya bêhtirî 600 kîlometre çargoşe û bi dehan gund û bajarok kontrol kirine.
Piştî pêşketina hêzên Sûriyê artêşa Tirkiyê jî bi sedan barhilgir û wesayîtên leşkerî û hêz derbasî Idlibê kir da ku piştgiriya komên çekdar bike.
Meyhûb gotiye, dê hemû hewlên piştgiriya opozisyona çekdar têk biçin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin