Mehdî Zana: Ez bas im, lê zavayê min ji vîrusa koronayê mir

Mehdî Zana: Ez bas im, lê zavayê min ji vîrusa koronayê mir

PeyamaKurd – Li ser nûçeyên tûşbûna bi vîrusa koronayê siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana got ku ew bi silamet e, lê zavayî wî ango zilamê xwişka wî hefteya borî ji ber nexweşîna Covid-19 wefat kiriye.

Mehdî Zanayê şaredarê berê yê Amedî ku niha li Swêd dimîne, ji di hevpeyvîna radyoya Swêd beşa Kurdî de dibêje, nûçeyên derbarê wî de ku dibêjin bi vîrusa korona ketiye nerast in, lê zavayê wî, ango zilamê xwîşka wî hefteya derbasbûyî ji ber koronayê rehmet kiriye.

Siyasetvanê kurd Mehdî Zana ku ji sala 1998ê ve li Swêdê ye û niha li ciyê yextiyaran dimîne behsa jiyana xwe ya li wir dike.

Mehdî Zana di sala 1940î de li Silîva, ango Farqîna girêdayî Diyarbekirê çêbûye. Hêj di ciwaniya xwe de ew dibe çalakvanekî siyaseta kurdî. Di sala 1977ê de ew weke şaredarê Diyarbekirê tê hilbijartin, lê bi darbeya eskerî re tê girtin û gelek salan ew di zindanên Tirkiyê de dimîne.

Li ser jiyana zindanê, bajarê Silîva lê herwiha roman û helbest heta niha nêzîkê deh kitêbên Zana hatine çapkirin.

Mehdî Zana ku zilamê siyasetmedara navdar Leyla Zana ye ev zêdetir ji bîst salan e li Swêdê dimîne û di vê hevpeyvînê de em ê binêrin bê jiyana wî ya li vir çawa derbas dibe. Ev hevpeyvîn xelekek ji projeya Radyoya Swêdê ya bi navê ”Jiyana min li Swêdê” ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin