Girseya koçberan xwe gihand Meksîkoyê

Girseya koçberan xwe gihand Meksîkoyê

PeyamaKurd – Girseya koçberên ku ji welatên Amerîkaya Navîn ber bi Amerîkayê ve dimeşin, gihîşt Meksîkoya paytextê Meksîkayê.

Koçberên ku hejmara wan di navbera 7-10 hezaran de ye dixwazin ji ser Meksîkayê derbasî Amerîkayê bibin. Ji wê girseyê qedera 450 kesî xwe gihandin paytext Meksîkoyê.

Ev grûpa ku gihîşt bajêr, li yarîgeheke ku lê starên berwext hatine çêkirin, hatin bicihkirin.

Rêveberiya Meksîkoyê ragihand ku alîkariyên xida û avê yên seba koçberan amade ne.

Ciyê ku grûpa ewil a koçberan lêne, 805 kîlometre dûrî Texasê ye ku sînorê herî nêzîk ê Amerîkayê ye.

Girseya ku ji sê gruban pêk tê û li ser guzergeha 500 kîlomêtre dirêj a di navbera bajarên Meksîkayê Chiapas, Oaxaca û Veracruzê da dimeşe, hêdî hêdî nêzîkî paytext dibin.

- Ji Hondurasê dan ser rê

Rêwitiya girseya ku ji zêdetir 7 hezar însanî pêk tê û ji ber zilm, tundî û xizaniyê ji welatên wekî Honduras, Guatemala û El Salvadorê direvin, çend hefte berê li Hondurasê dest pê kiribû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de diyar kiribû ku ew ê nehêlin konvoy derbasî Amerîkayê bibe û ragihandibû ku ew ê 10-15 hezar eskerî li ser sînorê Meksîkayê bi cih bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin