PeyamaKurd – Ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), 6 kesên çek û cebilxanê wan didizîn û difrotin, hatin girtin.
Li gor berpirsekî HSDê ji malpereka nêzîkî PYDê re diyar kir, do hêzên wan 6 kesên çek û cebilxane ji HSDê didizîn û difrotin, girtin.
Herwiha berpirsê HSDê destnîşan kir, wan kesan kalaşnîkof, gule, şarjor û perçeyên zerêpoşan didizîn û difrotin.
Di derbarê wan kesan de, tu agahiyên din nehatin eşkerekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin