Wezîrê Pêkhateyên Kurdistanê: Hewleke têkdana astiya civakî heye...

Wezîrê Pêkhateyên Kurdistanê: Hewleke têkdana astiya civakî heye...

PeyamaKurd - Wezîrê Herêma Kurdistanê yê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf ku bixwe Tirkmen e, ragihand ku çend rojên dawî êrîşeke nerewa li pêkhateyên neteweyî û olî yên Herêma Kurdistanê tê kirin û hewl tê dayîn aştîya civakî û pêkvejîyana navbera pêkhateyan were têkdan.

Aydin Marûf bal kişand ser, “Pêkhate zamînên demokrasîya herêmê ne û parêzerê aştî û bihevre jîyanê ne. Nav zirandin û tohmet xistine ser pêkhateyan encamên baş jê çênabin.”

Marûf da xuyakirin, ji ber wê em dilgiranîya xwe radigihînin bi sedema wan êrîşên nerewa beranber bi pêkhateyan û bi hemû şêweyekê wan êrîşan red dikin.

Aydin Marûf got, em tim dibin berevanê mafên pêkhateyan çimkî ew pişkeke serekî û veneqetiyayî yên herêma Kurdistanê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin