Li Amerîkayê 1878 kesan can da û 450 girtî jî bi vîrusa korona ketin

Li Amerîkayê 1878 kesan can da û 450 girtî jî bi vîrusa korona ketin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 450 kesên ku li girtîgeha herî mezin ya Chicago ya Amerîkayê girtî ne, bi vîrusa korona ketine.

Medya Amerîkî daye xuyakirin ku di nav tûşbûyên vîrusa korona de gardiyan jî hene.

Li gorî zanyariyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, di 24 saetên dawî de 33 hezar û 861 kesên din li Amerîkayê tûşî nexweşîya Covid-19 bûne û hejmara giştî gihîştiye 466 hezar û 29 kesan.

Herwiha hejmara miriyan jî 1878 kesên din zêde bûye û gihîştiye 16 hezar û 686 kesan li seranser Amerîkayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin