PeyamaKurd- Şîretkarê Konseya Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameka sersaxiyê bo balyozê Sri Lankayê yê li Bexda bo Nrajan Ranasinghe şand.
Bi sedema êrîşên teqînî û encama kuştina li dora 200 kesî nêzî 500 kesên birîndar bûn, Mesrûr Barzanî bi awayeka tundî êrîşên li Sri Lankayê şermezar kir û sersaxiyê bo dewleta Sri Lankayê xwest. Barzanî daxwaz kir ku di demeka nêz de birîndarên wan baş bibin û weha dewam kir:
“Têkoşîna li dijî terorê wezîfa civaka navdewletiye. Bo hemwelatî û civaka navdewletî di nava aştî û aramiyê de bijî, divê li her derê dinyayê bi terorê têkoşîn bê dayîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin