PeyamaKurd – Ajansa rûsî TASSê ragihand ku serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ya Moskowê ku dihat çaverêkirin îro bi Pûtîn û Lavrov re bicive hatiye betalkirin.
TASSê herwiha ragihand ku dê hevdîtina roja sêşemê 14ê Gulanê ya Pompeo û Lavrov pêk were.
Herwiha Reutersê jî ragihand ku Pompeo îro ji nişka ve biryar daye biçe Brukselê û bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) re li ser rewşa Îranê hevdîtinê bike.
Tê çaverêkirin Pompeo sibe sêşemê derbasî Rûsyayê bibe û li Soçiyê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin