Îmamoglu dijî qedexekirina sanoya Kurdî derket: Behaneyên bêbingeh û erzan in!

Îmamoglu dijî qedexekirina sanoya Kurdî derket: Behaneyên bêbingeh û erzan in!

PeyamaKurd – Piştî ku doh 13ê Cotmehê emniyet û qeymeqamtiya navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê lîstika şanoyê ya Kurdî bi navê ‘Bêrû’ bi hinceta xirabkirina asayîşê qedexe kir, gelek bertek bo wê biryarê hatin nîşandan.

Lîstika şanoyê ya Teatra Jiyana Nû ‘Bêrû’ di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê de ketibû nav bernameya pêşandanê ku piştî 106 salan cara yekem saziyeke fermî ya Tirkiyê şanoyeke Kurdî xistibû bernameya xwe.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî vê biryara qedexeyê ragihand ku bi behaneyên bêbingeh lîstik hatiye qedexekirin û got, “Ji bo endamekî rêxistina terorê yê bi bultena sor lêdigerin (Osman Ocalan) derketina televizyona dewletê serbest e. Lê lîstika kurdî ya welatiyên kurd biçin temaşe bikin qedexe ye. Tiştekî wiha nabe. Aqilê dewletê aqilê ku deshilatdarên dewletê çêdikin e. Yanî ew aqil nikare bi hincetên bêbingeh behaneyên erzan bike. Mecbûr in li gorî aqil, hiqûq û yasayan tevbigerin.”

Îmamoglu herwiha got ku ew paşde gav navêjin û dê deriyên xwe ji hemû pêkhateyên çandî yên 16 milyon welatiyên Stenbolê re vekin.

Li aliyê din Walîtiya Stenbolê jî li ser qedexekirina lîstika Kurdî bi daxuyaniyekê ragihandiye û îdia kiriye, lîstik ne ji ber kurdîbûnê lê belê ji ber propagandaya terorê dike hatiye qedexekirin.

Li Stenbolê lîstika şanoyê ya Kurdî hat qedexekirin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin