Iraq | Di 24 saetên borî de 104 kesan can da

Iraq | Di 24 saetên borî de 104 kesan can da

PeyamaKurd – Li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê belavbûn û qurbaniyên vîrusa koronayê gihîştiye asteke metirsîdar ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ev demek e hişyariyên vê rewşa krîtîk dide ku Iraq nikare ji heq derkeve.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 104 kes li seranserê welat ji vîrusa koronayê can dane.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di nav 24 saetên borî de 1,958 kes bi vîrusa koronayê ketine û 104 kesan jî can daye.

Li Iraqê hejmara kesên heta niha bi koronayê ketine gihîştiye 49 hezar û 109 kesan û hejmara kesên can dane jî gihîştiye Hezar û 943 kesan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin