PeyamaKurd- Li Hindistanê li herêma Ladaxê di navbera leşkerên Hindistanê û Çînê de şer derket û di encamê de 20 leşkerên Hindistanê mirin. Li gor ajansa ANI yê; li herêma Ladaxê, li wadiya Galwanê do bi şev di navbera hêzên her dû dewletan de şerekî dijwar derketiye.
Li gor ragihandina çavkaniyên hukmî; ji 20 leşkerên kuştî yek jê fermandare. Li gor ajansa ANI yê; ji aliyê Çînê ji 43 kesan zêdetir kes mirine an birîndar bûne.
Dewleta Çînê heya niha jimara miriyên ji aliyê xwe ranegihandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin