Dadgeha Federal a Iraqê li ser serokomariya Berhem Salih biryar da

Dîroka weşanê :
Dadgeha Federal a Iraqê li ser serokomariya Berhem Salih biryar da

PeyamaKurd – Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku Berhem Salih heta serokomarê nû were hilbijartin li ser kar bîmine.

Di daxuyaniya Dadgeha Federal de hatiye gotin, "Li gorî benda B ya madeya 72. a Destûra Iraqê, heta parlamento serokomarê nû hilbijêre, wê serokomar erka xwe dewam bike.”

Herwiha hat bibîrxistin ku divê di nav 30 rojên piştî civîna yekem a parlamentoyê, serokomar were hilbijartin û berdewama erka Berhem Salih jî girêdayî hilbijartina serokomarê nû ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin