PeyamaKurd- Serdozgeriya Ankara bi sedema xwepêşandana bo Kobaniyê ya sala 2014an, bo hevserokê berê yê HDP ê Selahattin Demritaş û Figen Yuksekdaxê biryara girtinê da.
Demirtaş ji girtîgeha bajarê Edirneyê bi rêya SEGBİS ê îfade da. Dozger piştî îfade sitend bi daxwaza girtinê dosyayê şand dadgeriya Sulh cezayê da biryara girtina wan bide.
Piştî dosya hat şandin, Demirtaş û Yuksekdağ îfade dan dadger û dadger bi tewana “xerabkirina yekîtiya dewletê û welat”,”xefkirina sûcan”, “ezmkirina teşebusa kuştinê”, “ezmkirina yaxmayê” û hinek sûcên din biryara girtinê (zîndanîkirinê) da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin