Dagirkeran mala Necmeddîn Kerîm jî îsxal kirin

Dagirkeran mala Necmeddîn Kerîm jî îsxal kirin

PeyamaKurd - Dagirkerên ku Kerkûka dilê Kurdistanê dagir kirin mala Waliyê Kerkûkê yê Meşrû Necmeddîn Kerîm jî ji xwe re kirin qerargeh.

Piştî ku bi planeke îxanetê Kerkûk kete destê çeteyên Heşda Şebiyê, hemû mal û milkên Kurdan ên li wan deveran hatin talankirin.

Ev karesata ku bi destê çeteyên YNKê yên wek Lahor-Pavêl-Aras-Hêro-Ala Talebanî ve bi serê Kurdan hat anîn, rê li ber nexweşiyên din vedike.

Çeteyên Heşa Şebiyê, ji destpêka dagirkeriyê ve malên Kurdan talan dikin û sembolên wan ji holê radikin.

Herî dawîn jî hat dîtin ku mala Necmeddîn Kerîm ku waliyê meşrû û hilbijartî yê Kerkûkê ye ji xwe re kirine cihê civîn û xebatan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin