"DAISê bi alîkariya Hesda Sebî erdê Kurdan dagîr dikin"

"DAISê bi alîkariya Hesda Sebî erdê Kurdan dagîr dikin"

PeyamaKurd - Berpirsê Şaxa 15an ya PDKê li Xaneqîn Şêx Cafer Şêx Mistefa ragihand ku Heşda Şebî li sînorê Xaneqîn terorîstên DAIŞê tevlî refên xwe dike, ku li wan navçeyên Kurdistanî ew çekdar êrîşî gundan dikin û destê xwe datînin ser erdên Kurdan.

Şêx Cafer Şêx Mistefa ji malpera PDKê re ragihand: “Beşek ji Erebên Xaneqîn berê Beisî bûn û piştre bûn endamê El-Qaîde û dema DAIŞ hat tevlî wê bûn, ji bo ku dijayetiya Kurdan bikin. Şerê Pêşmerge dikirin û gelek Pêşmerge bi destê wan şehîd bûne. Piştî ku Hêzên Pêşmerge ew navçe ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kirin, ew terorîst reviyan, niha jî piştî ku hêzên Heşda Şebî hatine navçeyên Kurdistanî, dîsa ew terorîst vegeriyane navçeyê û rêkeftin ligel Heşda Şebî kirine li dijî Kurdan û dibin çekdarê Heşda Şebî. Ew çekdar jî êrîş dikin ser gundên Kurdan li sînorê Şêx Bawe û destê xwe datînin ser erdên Kurdan.”

Şêx Mistefa wiha got: “Ew Erebên ku çekdarên DAIŞê bûn tên û erdê Kurdan dagîr dikin, bi piştevaniya Heşda Şebî. Herwiha li Celewla jî tenê di nava çend rojên borî de 20 malbatên DAIŞê vegeriyane bajar.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin