PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞê li ser êrîşa doh 1ê Çileyê ya ser Balafirgeha Leşkerî ya li Kabûl a Afganistanê peyamek belav kir.
Li gorî nûçeya ajansa Reutersê DAIŞê berpirsiya xwe ya êrîşa ser balafirgehê ragihandiye û daye xuyakirin ku armanca êrîşê hêzên Talîbanê bûne.
Rêveberiya Talîban a Afganistanê derbarê êrîşê de ragihandibû ku sivîl jî di nav de hejmarek kes hatine kuştin. Li gorî çavkaniyên medyayî zêdetirî deh kes di wê êrîşê de hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin