PeyamaKurd – Li Bexdayê do bi şev DAIŞê êrîşî hêzên Iraqê kir.
Li gor çavkaniyekî ewlehiyê li Bexdayê diyar kir, hejmarek çekdarên DAIŞê ketin du gundên bi navên Der' Feyaz û gundê Ebdullah Feyaz û êrîşî ser Firqeya 11 ya Artêşa Iraqê ya li bakurê paytexta Iraqê kirin.
Herwiha da zanîn, şer û pevçûn berdewam in û balafirên şer ên Iraqê çend cih kirine armanc.
Beriya wê bi rojekê jî DAIŞê li sînorê parêzgeha Diyala êrîşî gundekî ser bi navçeya Mîqdadiye kir û di wê êrîşê de 11 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin