PeyamaKurd – Çekdarên DAIŞê, êrîşî ser hêzên Heşda Eşîretan kirin.
Efserê polîsê Reşad Selam Mihemed diyar kiriye: ‘‘Îro 07.05.2021ê çekdarên DAIŞê di navbera bajarokên Daqûq û Reşadê yên Kerkûkê, êrîşî ser hêzên Heşda Eşîretan kirin.’’
Herwaha hatiye eşkerekirin: ‘‘Çekdarên Heşda Eşîretan û suneyên li gundê Stîh li hember DAIŞê rawestane û di encama şer û pevçûnê de, çekdarekî Heşdî Eşîretan birîndar bûye.’’
Heşda Eşîretan, hêzên çekdar ên ser bi Heşda Şeibî ne, lê sune ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin