DAISê welatekî Afrîkayê wekî wîlayeta xwe ragihand

DAISê welatekî Afrîkayê wekî wîlayeta xwe ragihand

PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞ ku li Sûriye û Iraqê bi destê hêzên kurd û hevpeymaniya navdewletî hatiye têkbirin, Komara Kongoyê wekî wîlayeta xwe ya Afrîkayê ragihand.

Rêxistinê piştî êrîşa roja pêncşemê ku 3 kes tê de hatin kuştin, Komara Kongoyê jî wekî wilayeta xwe ragihand.

Li gorî çavkaniyeke ji Neteweyên Yekbûyî (NY) DAIŞê li bajarokê Bofatayê ew êrîş pêk aniye ku şêniyên wî bajarokî tevî êrîşên terorî herwiha ji ber nexweşîna Ebolayê ya kujende jî bêzar bûne.

Li deverê bi qasî 12 komên terorîst hene ku tê gotin, êrîşa navborî jî ji aliyê Hêzên Hevbend ên Demokratîk ve pêk hatiye û dibe girêdana wan bi DAIŞê re hebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin