Daxuyaniya Encûmena Asayisa Kurdistanê li ser êrîsa Hewlêrê

Daxuyaniya Encûmena Asayisa Kurdistanê li ser êrîsa Hewlêrê

PeyamaKurd – Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, di êrîşa Artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne. Encumenê îdiayên Îranê jî red kir.

Piştî êrîşên bi moşek û balafirên bêmirov ên li ser gelek xalên Hewlêrê, Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Di daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de ev tişt hatin gotin:

“Roja 15-16ê Çileya 2024an saet 23.30an de Muhafizên Şoreşa Îranê gelek cihên sivîl ên Hewlêrê bi gelek moşekên balîstîk hedef girtin. Mixabin li gorî tespîtên destpêkê 4 sivîl şehîd bûne û 6 sivîl jî birîndar bûne. Rewşa hinek birîndaran giran e. Muhafizên Şoreşê îdia kir ku êrîşê çeperên komên dijberê Îranê kirine hedef. Ev hincet bêbingeh e û em red dikin. Lê mixabin êrîşên li dijî Hewlêrê her tim ji ber sedemên bêbingeh tên kirin. Hewlêr ku herêmeke bi îstîqrar e, ti carî ji bo ti aliyan nebûye cihê metirsiyê. Ev jî binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Divê hikûmeta federal a Iraqê û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin.”

Moşek li mala karsazekî Kurd ket

Çar ji wan moşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizayî li navçeya Pirzînê ketin.

Di êrîşê de Dîzayî û 2 endamên malbata wî û kesekî li mala wî dixebitî jiyana xwe ji dest dan.

Parêzgarê Hewlêrê Xoşnav: Êrîşeke terorîstî ye

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav ku piştî êrîşê herêm kontrol kir got, “Hewlêr gelekî aram e, hemû hêzên ewlehiyê di amadebaşiyê de ne. Ev êrîşeke terorîstî ya hovane ye. “Hewlêr çok namîne.

Xoşnav da zanîn ku hê zû ye derbarê encamên êrîşê de daxuyanî bê dayîn.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin