PeyamaKurd- DEAŞ ê li başûrê Kerkûkê berê du bombeyan bicîh kir û dawiyê teqand. Di encamê de kesekî mir û 8 kes birîndar bûn.
Berdevkê çapemeniyê yê polîsê federal yê beşa 6 ê Huseyin Macid ragihand ku li navçeya Dibisê, nêzî gundê Kubeybeyê, di dema ku erebeyek derbas dibû bombeyê teqand. Teqîna dinê li navçeya Zapê li ser rêya gundê Mûsta Şînînê çêbû. Di dema erebeyek derbas dibû, bombeyê teqandin û 6 kes li wê derê birîndar bûn.
Di encama teqîna her dû ciyan de 1 kes mir û 8 kes birîndar bûn. Polîs ragihand ku wê yekser li deverê operasyon bidin destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin