PeyamaKurd - Wezîrê berê yê AKPê Huseyîn Çelîk, bertek şanî hewlên jêbirina nivîsên trafîkê yên hişyariyê û got: “Ez jêbirina nivîsên kurdî weke şêtbûnê dibînim. AK Partî bi van kiryaran her roj di navbera xwe û Kurdan de dîwar lê dike."
Şaredariyên Amed, Wan, Mêrdîn, Batman, Nisêbîn, Cizîr û Kerboranê yên ku ji aliyê DEM Partiyê ve tên birêvebirin bi tirkî û kurdî tabelayên hişyariyê yên trafîkê wek 'Pêşî Peya' û 'Hêdî' nivîsandin.
Piştî demekê ev nivîsên hişyariyê yên Kurdî ji alî parêzgariyan ve hatin jêbirin û li cihê wan nivîsên drûşmên nîjadperest ên Tirkî hatin nivîsandin.
Piştî vê helwesta parêzgariyan, di raya giştî de bertekên tund hatin nûşandan. Yek ji kesên ku bertek şanî vê yekê dan jî Wezîrê berê yê Perwerdehiyê yê Tirkiyeyê yê hikûmeta AKPê Huseyîn Çelîk bû.
Huseyîn Çelîk di daxuyaniya xwe ya berteknîşandanê de got: “Ez jêbirina nivîsên Kurdî weke şêtbûnê dibînim. AK Partî bi van kiryaran her roj di navbera xwe û Kurdan de dîwar lê dike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin