DEM Partiyê bernameya 1ê Îlonê ragihand

DEM Partiyê bernameya 1ê Îlonê ragihand

PeyamaKurd - DEM Partî di 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li 3 bajaran mîtîngan li dar dixe.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ragihand ku di 1ê Îlonê de ew ê li parêzgehên Amed û Wan ên bakurê Kurdistanê û li parêzgeha Îzmîr a Tirkiyeyê mîtingan li dar bixin.

DEM Partiyê li navenda Şaxa Amedê, bernameya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê eşkere kir.

Hevseroka Şaxa DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozerê ragihand ku ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanî ew dê li bajarên Amed, Wan û Îzmîrê mîtîngan saz bikin.

Mîtîng dê bi dirûşma “Em li dijî şer û dagirkeriyê aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin” bên lidarxistin.

Mîtînga li Amedê wê di 1ê Îlonê, di demjimêr 17:30an de, li Qada Şêx Seîd bê sazkirin.

Mîtînga li Wanê jî wê heman rojê di demjimêr 17:00an de, li Parka Mûsa Anter bê kirin.

Ji aliyê din ve cihê mîtînga Îzmîrê jî heta niha nehatiye diyarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin