PeyamaKurd - Nivîskar û rojnamegera kurd a nişteciha Swêdê Dilşa Demirbag-Sten, dibe endama saziya Xelata Nobelê.
Hat ragihandin ku Dilşa Demirbag-Sten ji aliyê endamên Komîteya Xelata Nobelê ve, weke endama komîteyê hatiye destnîşankirin.

Demirbag-Sten nivîskar
Demirbag-Sten nivîskar û rojnamegereke Kurd a nişteciha Swêdê ye û damezrîner û endama çendîn rêxistin û grûpên wêjeyî ye, ji wan Encûmena Medyaya Swêdê û saziya şazadeyê cînişîna Swêdê. Dilşa Demirbag-Sten piştî destnîşankirina ji bo wî karî, li ser hesabê xwe yê medya civakî wiha nivîsandiye:
“Ez kêfxweş im û ku bi meraq li benda karkirina di saziya Xelata Nobelê de me.”
Demirbag-Sten li Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Swêdê di warên zanistên siyasî û dîrokî de dîploma wergirtiye û ji ber beşdariya di hewlên çandî û mirovî de çendîn xelat stendine. Wê bi navê Serecename, Welatê Dayîk û Zimanê Swêdî sê pirtûk nivîsandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin