PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Farqînê mînîbusa ku park kiribû, piştî dengê teqînê hat, agir bi mînîbusê ket û şewitî. Di mînîbusê de bi bihayê 25 hezar perê Tirkiyê cil hebûn û şewitîn.
Mînîbus, li ser rêya Farqînê û Diyarbekirê rawestiyabû û aîdê kesê bi navê Mehmet Gezici ye. Agir ji aliyê tîmên îtfaiyê de hat vemirandin û gelek polîs çûn ciyê bûyerê.
Îtfaiye dixebite da sedema şewatê bizanibe û polîs bi îhtîmala ku di mijarê de qesd heye, dest bi lêkolîna kamerayên yên MOBESE yên der û dorê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin