Dêra Zor: Sê êrîşên cuda li dijî HSDyê pêk hatin

Dîroka weşanê :
Dêra Zor: Sê êrîşên cuda li dijî HSDyê pêk hatin

PeyamaKurd – Li gundewarê Dêra Zorê, şeva borî di sê êrîşên cuda yên kesên nenas de endamekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) birîndar bû û zirarên maddî gihîştin çend baregehên leşkerî. 

Li gorî çavkaniyên leşkerî, êrîşa yekem li bajarokê Dîbanê bi çekên giran û roketên RPG-7 li dijî baregeheke HSDyê pêk hat. Piştî êrîşê şerekî kurt qewimî, lê di vê rûdanê de tenê zirara maddî çêbû.

Êrîşa duyemîn li gundê Marratê bi bombeyên destan û çekên makîneyî li ser baregeheke din a HSDyê hat encamdan. Her wiha di bûyereke sêyem de li bajarokê Siwerê yê bakurê Dêra Zorê, şervanekî HSDyê yê ku ne li ser kar bû, rastî êrîşeke çekdarî hat û bi birîndarî hat veguhastin nexweşxaneyê.

Tevî ku heta niha tu aliyekî bi fermî berpirsiyariya van êrîşan negiriye ser xwe, HSDyê li herêmê tedbîrên ewlehiyê zêde kirine. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin