PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe 22yê Hezîranê dergehê sînorî yê Xosrewî yê navbera Iraq û parêzgeha Kirmaşan a Rojhilata Kurdistanê ji nû ve tê vekirin ku ji ber koronayê hatibû girtin.
Qaymeqamê Qesra Şêrîn Morad Elî Tatar ragihand, vekirina dergehê sînorî ji bo hateçûna welatî û geştiyaran e û ji bo barhilgirên bazirganiyê wê qedexekirî bimîne û karê bazirganî wê li wir nebe.
Dergehê Xosrewî di navbera Iraq û bajarê Qesra Şêrîn ê parêzgeha Kirmaşanê de cî digire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin