PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji 50 hezar derziyên koronayê yên Çînê bo Iraqê şandine, 5 hezarên beşa Herêma Kurdistanê gihîştine Hewlêrê.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Aso Hewêzî daye xuyakirin ku ew dê di demeke nêzîk de mekanîzmeya dabeşkirin û belavkirina derziyên koronayê eşkere bikin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê wê derziyên koronayê pêşî li karmendên tenduristiyê, pîr û kalan û li kesên xwedî nexweşiyên kronîk bên lêdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin