PeyamaKurd - Berpirsê ofîsa Kerkûkê ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, Rêebiwar Mihemed ragihand ku wek gellek bajarên Kurdistanê ew li Kerkûkê jî bi hevkariya xêrxwazan alîkariya pareyî ya 250 malbatên hejar ên Kerkûkê dikin.
Rêbiwar Mihemed di derbarê alîkariyên mirovî yên Dezgeha Xêrxwazîyê ya Barzanî yên li Kerkûkê de got: “Wek Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, em ê pareyan li ser 250 malbatên hejar ên Kerkûk û derdora wê dabeş bikin. Me di meha Remezanê de dest bi vê kampanyayê kir û me bi xwe serdana gellek malbatan kir. Em li hemû taxên Kerkûkê geriyan û me kesên ku rewşa wan a aborî ne baş e û di asteke nizim a jiyanê de dijîn destnîşan kirin û em ê alîkariya wan bikin.”
Rêbwar Mihemed da zanîn ku ev kampanya alîkariyê, bi hevkariya komek xêrxwazên ku baweriya wan bi Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî tê destpê kiriye û bi boneya nêzîkbûna Cejna Remezanê wê ev alîkarî bêne kirin û wiha dom kir:
"Em dixwazin di vê pêvajoyê de hemû malbatên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye dilxweş bikin. Li Kerkûkê ev çalakiya me ya yekem e. Çalakiya duyem jî heye ku wê komeke xêrxwaz kelûpelên cejnê, pareyên zekatê û şîraniyê li malbatên xizan belav bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin