PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Turîzmê yê Hewlêr ê Dilêr Muhammed ragihand ku tenê di nav 4 rojên cejna Qurbanê de, 144 hezar geştiyaran serdana Hewlêrê kiriye.
Muhammed daye zanîn ku îsal serdana geştiyaran bo Hewlêrê rêjeya siê yek zêde bûye û ev jî bi saya plana wan a turîzmê pêk hatiye.
Li nav sînorên bajarê Hewlêrê 1350 kargehên turîstîk hene û bi taybet di rojên betlane û cejnan de, ji naverasta Iraqê û başûrê Iraqê bi sed hezaran geştiyar serdana Herêma Kurdistanê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin