Di erdheja li 10 parêzgehan qewimî de hejmara wefatan zêde dibe!

Dîroka weşanê :
Di erdheja li 10 parêzgehan qewimî de hejmara wefatan zêde dibe!

PeyamaKurd –  Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Oktay diyar kir, di erdhejên navenda Mereşê de 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dane û 72 hezar û 879 kes jî birîndar bûne.

Oktay derbarê erdhejên ku navenda wê Pazarcik û Elbîstana Mereşê bû û bandor li 10 parêzgehan kir, li Navenda Koordînasyona AFADê daxuyanî da.

Oktay ragihand, ji saet 23.39an pê ve di erdhejên navenda Mereşê de 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dane û 72 hezar û 879 kes jî birîndar bûne.

Oktay bal kişand ser xebaten legerin ü xelaskirine ü wiha got: "Li Kilis ü Şanliurfaye xebaten legerin ü xelaskirine qediyan. Li Diyarbekir, Edene ü Osmaniyeye xebaten legerîn ü xelaskirine bi asteke mezin qediyan."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin