PeyamaKurd – Hate ragihandin ku doh êvarê balafirên şer ên Tirkiyeyê êrîşî gundê Misribê yê nehiyeya Sirînê ya Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê kir û di encamê de, 3 kesan can da, 5 jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, salafirên şer ên Tirkiyeyê doh li saet 18:00an gundê Misribê yê nehiyeya Sirînê ya Kobaniyê bombebaran kir.
Di êrîşa balafirên şer ên Tirkiyeyê de malbatek hat hedefgirtin û 3 endamên malbatê can dan.
Hate diyarkirin, bav û du keçên wî di êrîşê de can dan, dayik û 5 zarok jî birîndar bûn.
Kesên ku di êrîşê de can dane: Îsmaîl Hisên Mistefa (37 salî), Fatîma Îsmaîl Mistefa (12 sal), Eyşe Îsmaîl Mistefa (13 salî)
Kesên birîndar; Hisên Mistefa (10 salî), Xelûd Mistefa (8 salî), Îman Mistefa (5 salî), Elî Mistefa (2 salî), Behriye Mistefa (1 salî)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin