PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Diyale bombebeyek bi hêzên Iraqê ve hat teqandin ku di encamê de 2 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.
Rêveberê bajaroka Qeretepe Wesfî Temîmî li ser teqînê ragihand ku dema hêzeke artêşa Iraqê ji operasyona ser çekdarên DAIŞê vedigeriya li gundê Şedire yê navbera Gulale û Qeretepe bombebeyek bi wan ve teqiya.
Hat diyarkirin ku di encama teqîna şeva borî rû daye de 2 leşkerên Iraqê hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin