PeyamaKurd - Li bakurê Helebê, şer di navbera hêzên Kurd û Çekdarên Mertala Feratê de derket.
Şer û pevçûn şeva derbasbûyî di navbera hêzên Kurd û çekdarên komên girêdayî Tirkiyê de li bakurê Helebê derket.
Li gor çavkaniyên xwecihî, şer û pevçûn di navbera Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) û çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê li gundê Daxliyaş li rojavayê bajarê Babê derket.
Heta niha tu daxuyanî di derbarê zirer û ziyan û encamên şer û pevçûnên herdu aliyan de nehatiye belavkirin.
Gundê Daxliyaş li rojavayê bajarê Babê di bin destê çekdarên girêdayî Tirkiyê de ye û hêla rûbirûbûnê li gel Hêzên Rizgarkirina Efrînê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin